Bûyer, bi şev li Bulvara 80emîn pêk hat. Hat îddîakirin ku wesayîta ku S.U. diajot û hat gotin ku serxweş bû, li wesayiteke ku ji kuçeya kêlekê ji kontrolê derketibû û ajokarê wê nehat zanîn qelibî.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
3 kesên di wesayîtê de asê mabûn ji teref îtfaîyeyê ve hatin xelaskirin. Lê xizmên birîndarên ku hatin cihê qezayê êrîşî ekîbên ambulans û îtfaîyeyê kirin.
6 kesên di şer û qezayê de birîndar bûn ji nexweşxaneyên cuda yên bajêr re hatin rakirin.
Derheqê qezayê tehqîqat hat destpêkirin.
Kaynak: İLKHA