Li gorî Navenda Ragihandinê ya Filistînê, çavkaniyên Qassam diyar kirin ku ev biryar ji raya giştî ya navxweyî ya Filistînê re peyamek eşkere ye.

Hat destnîşankirin ku Qassam ji bo rêzgirtina ji civaka Filistînê re, Hîşam El Seyîdê rejîma siyonîst ê bi eslê xwe Ereb bê merasim teslîm kir.

Li gorî daxuyaniyê, Qassam xwestiye ku bi tundî redkirina Filistîniyan nîşan bide ku tevlî artêşa îşxalker bibin û di nava wan de xizmetê bikin. Bûyerên bi vî rengî weke "Bûyerên îstisna yên ku ji aliyê hemû komên berxwedanê ve hatin redkirin û di nava civakê de weke îstîsnaî hatin dîtin" hatin binavkirin.

Çavkaniyan her wiha tekez kirin ku rêjîma îşxalker di heyama 10 salên ku Hîşam El-Seyid di esaretê de derbas kiriye bi temamî ji bîr kiriye û guh nedaye bangên malbata wî ya ji bo azadkirina wî. Hat diyarkirin ku ji ber ku tevî wezîfeya xwe ya di artêşa îşxalker de guh nedan wî, polîtîkayên cudaxwaz ên siyonîstan li hemberî girtiyên ne cihû eşkere kir.

Pîqap ket nav bendavê: 1 mirî Pîqap ket nav bendavê: 1 mirî

Li hember vê yekê tê payîn ku îro 602 êsîrên Filistînî ji zindanên îşxalê bên berdan. Di nav kesên ku hatin berdan de 50 êsîrên bi cezayê heta dawî, 60 girtiyên demdirêj û 47 girtiyên berê yên ku piştî ku di çarçoveya Peymana Wefadariya Azadiyan (2011) de ji aliyê îşxalê ve hatin berdan, dîsa hatin girtin in.

Kaynak: İLKHA