Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bicivin.

Rêveberê Ragihandinê Altun di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan wê 18ê Sibatê roja sêşemê li Kulliyeya Serokomariyê bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ku li ser vexwendina wî bi serdaneke fermî were welatê me, bicive.

Di hevdîtinan de wê hemû aliyên têkiliyên hevpar ên stratejîk ên Tirkiye û Ukraynayê bên nirxandin û ji bo xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de gavên ku divê bên avêtin bên nirxandin.

Di vê serdanê de wê li ser geşedanên dawî yên Ukraynayê û mijarên din ên navçeyî û cîhanî jî nêrînên xwe bên gotûbêjkirin.”

Kaynak: İLKHA