Ji teref Wezareta Perwerdehiyê ve di 27 Nîsana sala 2025an de Serîlêdana Îmtîxana Bûrsîtîya ji bo mektebên seratayî û navîn û kilavûza sepandinê hat weşandin.
Di kilavûza fermî de xwendekarên mekteba seretayî, mekteba navîn, polên liseyan 9, 10, 11 wê karibin beşdarî îmtîxana bûrsîtiyê bibin.
Îsal di 27 nîsanê de di saet 10.00an de wê pêk bê, serîlêdanên îmtîxanê jî di navbera 10ê sibat û 3ê adara 2025an de wê bê kirin.
Di îmtîxanê de xwendekarên îhtîyaciya wan ji perwerdehiya tayîbet hebin wê ji wan re xizmeta tedbîrên îmtîxanê bê dayîn.
Li gor Serokatiya Saziya Talîm û Terbîyeya îmtîxanê diyar kiriye û li ser malpera înternetêya fermî hatiye weşandin wê di çerçoveya mijar, bi destxistin û hînkirin de pêk bê.
Îsal ji xwendekarên pola 5emîn di çerçoveya Îmtîxanê Bernameya Hîndekariya pola 5emîna Modela Marîfa Sedsala Tirkiyeyê de, ji bo xwendekarên pola 9emîn jî diçerçoveya îmtîxanê bernameya hîndekariya pola 9emîna Modela Marîfa Sedsala Tirkiyeyê de wê bê kirin.
Di îmtîxanê de ji bo asta hemû polan bi 4 alternatîfan 80 pirs wê bê pirsandin û wextê îmtîxanê wê 100 deqîqe be.
Li gor kilavûzê cihê têketina îmtîxana xwendekaran, salon, nimareya maseyan, malûmatên weka xizmetên tedbîrên îmtîxana bê girtin berya tarîxa îmtîxanê herî kêm 7 roj berê wê li ser malpera înternetêya Wezareta Perwerdehiyê ya http://www.meb.gov.tr bê weşandin.
Encamên îmtîxanan wê di 30ê gulana sala 2025an de bê eşkerekirin