Li gorî rapora Komîteya Micadeleya Yekîneyên bi Şênîyên Cihûyî û Dîwara Cudahîyê ku girêdayê Rêxistina Xelasîya Filistînî ye, bi taybetî xerakirina xanî û dikanan li El Xelîl- Cenîn, Quds û Selfîtê zêde bûye.

Serokê Komîteyê Mueyyed Şaban, destnîşan kir ku van xerakirinan di çarçoveya polîtîkayên astengkirina fealîyetên înşeat û firehbûna tebîetî ya Filistînîyan de tê kirin.

Şaban, îfade kir ku li Şerîaya Rojava û Qudsê 27 planên îşxalkirinên nû jî di pêvajoya erêkirinê de ye û van planan jî 245 donim erdê Filistînîyan di nav xwe de dihewîne. Tê plankirin ku li van beşan 2 hezar û 684 xanî an jî dikanên îşxalê bêne lêkirin.

Li gorî raporê rejima sîyonîst û şênîyên îşxalker di meha Sibatê de 1705 êrîşan pêk anîtine. Di nav van êrîşan de êrîşên wek bi çek, xespkirina erdan, înfaz, zerardayîna ji erdên çandinî û êrîşdarîya ji gundên Filistînîyan hene.

Li gorî daneyên fermî, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê 928 Filistînî hatin şehîdkirin, 7 hezar kes birîndar bûn û 14 hezar û 500 mirov jî hatin desteserkirin.

Dîwana Edaleta Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, di Tîrmeha 2024an de daxuyandibû ku bila rejima îşxalker fealîyetên nû yên îşxalê bide sekinandin û ji axên Filistînîyên ku hatine xespkirin vekişe encax rejima sîyonîst vê biryarê red kiribû.

Li Meletîyê wesayît û trambûs li hev qelibîn: 5 birîndar Li Meletîyê wesayît û trambûs li hev qelibîn: 5 birîndar

Bal tê kişandin ku rejima îşxalker bi tevî êrîşa ji Xezzeyê re bi heman demê êrîşa xwe ya li dijî Şerîaya Rojava û Qudsê jî firehtir kirîye û êrîşên xwe yên li dijî Filistînîyan kirîye wek êrîşeke sîstematîkî.

Kaynak: İLKHA