Naîm Qasim diyar kir ku projeya Emerîkayê ji bo welatên Erebî û Îslamî metirsîdar e û bêdengiya Erebî û navneteweyî alîkariya Emerîkayê kir ku bigihêje vê xalê.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 524 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 524 kesan

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê bal kişand ser wê yekê ku ew koçkirina Filistîniyan bo her cihî şermezar û red dikin û got ku gelê Filistînê axa xwe bernade. Her wiha daxwaz kir ku her cure piştgirî were kirin da ku gelê Filistînê li ser axa xwe bimîne.

Qasim der barê geşedanên siyasî yên li Lubnanê da wiha got: "Em ji avakirina hikûmetê kêfxweş in. Ji bo ku sazî û dezgehên dewletê bi rêkûpêk bixebitin me hewl da û em bûn parçeyek bingehîn a lihevhatina neteweyî ya li Lubnanê."

Qasim diyar kir ku divê dewleta Lubnanê di 18ê Sibatê de ji bo vekişîna rejîma îşxalker bixebite û divê îşxalker ji bo avakirina tiştên ku hilweşandine ji nû ve ava bikin.

Kaynak: İLKHA