Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADÛL ULEMAYÊ Mela Beşîr Şîmşek derheqê “Meha Sibatê Meha Şehadetê” de beyan da ÎLKHAyê û got, “Şehadet ji bo civaka îslamê muhîmtîya heyat û jiyanê teşkîl dike. Divê ev ruhê şehadetê bê nûkirin.”

Mela beşîr destnîşan kir, hêzên şer û fitne û fesadê ji bo Misilmanan ji ruhê cîhadê dûrbixînin planên zexel dikin û bal kişand ser zelîltiya alema Îslamê.

“Tirsa dinyayê û mirinê derdixînin pêş Misilmanan”

Ji qetlîamên îşxalkeran a li dijî sîvîlan re ji Tûgayên Qessam ve bersiv: Esqelan bi fuzeyan hat hedefgirtin Ji qetlîamên îşxalkeran a li dijî sîvîlan re ji Tûgayên Qessam ve bersiv: Esqelan bi fuzeyan hat hedefgirtin

Şîmşek di axaftina xwe de wiha got:

“Di dem û wextên dawîn de dijminên îslamê heyata dinyayê dide pêş misilmnan, daku wan ji ling û piyan bixînin. Hewlê didin ku çek û sîlehên şehadet û cîhadê ji misilmanan bigirin. Tirsa dinyayê û mirinê derdixînin pêş misilmanan. Bi vê awayê Misilman ji vê şiûrê mehrûm manin. Lê kesên ku bi evîn û eşqa şehadet û cîhadê bijîn em li ser wan kesan weka li xezzeyê me dîtiye wê ayetên xwedê tecellî bikin. Civakak gelek hindik û kêm li dijî hemû hêzên dinayyê serî rakiriye û qezenç kiriye.”

“Kesên xwedîyê ruhê cîhad û şehadetê ne, berxwe dan, cîhad kirin û gîhaştin mertebeya şehadetê”

Mela beşîr bal kişand ser zîlleta civakên ku dev ji şehadet û cîhadê berdane û wiha li axavtina xwe zêde kir, “Civakên ku ji rihê xwe yên şehadet û cihadê dibin, piştî tofana eqsayê me rewşa wan dît ku çawa di nav zîlletê de dijîn. Ev yek me li hemû alema îslamê dît. Kesên xwedîyê ruhê cîhad û şehadetê ne, berxwe dan, cîhad kirin û gîhaştin mertebeya şehadetê. Lê îman da dinyayê. Lê emên ku ji cîhad û şehadetê tirsiyan, ên ku ji dinyayê hez kirin, ketin nav zelîlbûnê.  Bi awayê zelîl me li qetlîaman mêze kir û giriyan. Ji ber me xwe ji cîhad û şehadetê mehrûm kiriye îro em di nav zelîlbûnê de dijîn.”

Kaynak: İLKHA