Bûyer, li Taxa Kisasê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mirovekî bi navê C.O. çû mala H.O.yê neyarê xwe. C.O. bi pompalîya ku bi xwe re anîtibû gule li ser H., D.O. û zarokê wan Y. û bûka wan Î.O. reşand.

Yapicioglu: Tesîskirina biratîyê ya di nav ummetê de encax bi Îslamê mimkin e Yapicioglu: Tesîskirina biratîyê ya di nav ummetê de encax bi Îslamê mimkin e

Mirovên ku dengê çekan bihîstin xeberê şandin polês û tenduristîyê, li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Ekîbên tenduristîyê îfade kirin ku H. û D.O. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dane, birîndar Î. û Y.O. jî piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku C.O. hat binçavkirin û cenazeya mêr û jin jî ji bo otopsîyê ji morga Sazîya Tip a Edlî ya Rihayê re hatin rakirin.

Kaynak: İLKHA