Di Koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Îzmîrê de, ji teref ekîbên Midûrtîya Ewlehîya Bajarê Îzmîrê ve operasyon hat lidarxistin.
Di çarçoveya tehqîqatê de, hat testpîkirin ku 7 kes li ser medyayên civakî pesnên serê rêxistinê dane. Ekîbên polêsan li edresên ku hatine tespîtkirin 6 şikdarên FETOyê binçav kirin. Derheqê şikdarekî ku hatîye ragihandin li derveyê welat e de jî biryara qefaltinê hatîye derxistin.
Ekîbên polêsan li dijî 5 kesên ku li ser medyaya civakî pesnên DAÎŞ û Hîzb-ut Tahrîrê dane jî operasyon li dar xistin. Di êrîşên ku hevdemî hatin lidarxistin de 5 şikdar hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku karên 11 şikdarên ku hatin binçavkirin li ewlehîyê berdewam dike.