Polîsê Bajarê Mezin ê Londrayê ragihand ku di xwepêşandanên ku li Kolana Whitehall dest pê kirin de 77 kes ji ber "binpêkirina qanûnên nîzama giştî" hatin binçavkirin.
Midûrê Emniyetê Adam Slonecki îddia kir ku biryara ku xwepêşander ji Meydana Trafalgarê wêdetir neçin û nêzî avahiya BBCyê nebin, hatiye binpêkirin.
Alîkarê Serokê Koalîsyona Stop The War Chris Nineham jî di nav kesên hatin binçavkirin de bû.
Hevbendiyê diyar kir ku Nineham ji aliyê polîsan ve bi şîdetê hatiye binçavkirin û ev êrîş li dijî azadiyên sivîl e.
Di daxuyaniya ku ji teref koalîsyonê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji ber zextên komên alîgirên rejîma îşxalker a siyonîst mudaxaleya polîsan a li dijî alîgirên Filistînê zêde bû. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşeke hovane ya li dijî tevgera Filistînê û azadiyên sivîl e. Divê Chris Nineham zûka bê berdan."
Polîsê Bajarê Mezin ê Londrayê piştrast kir ku yek ji organîzatorên girtî hê jî girtî ye, lê navê wî nehat gotin. Wî her wiha diyar kir ku wan ji Cotmeha 2023an vir ve li zêdetirî 20 xwenîşandanên neteweyî yên ku ji hêla Kampanya Hevgirtina Filistînê ve hatine organîzekirin ewlehî peyda kirine, lê hejmara binçavkirinên îro herî zêde ye.