Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya der barê hejmara parlamenteran de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoyê ya bi hejmara 2839an li gorî daneyên nifûsê li 6 bajarên di hejmara parlamenteran de guhertin hatin kirin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê ya 31ê Kanûna Pêşîyê ya 2024an hejmara parlementerên Enqere, Mugla û Rihayê zêde bû. Enqere dê 37, Mûxla 8 û Riha 15 wekîl hebin.
Hejmara wekîlên Erzirom, Yozgat û Bayburtê hatin kêmkirin. Erzirom bi 5, Yozgat bi 3, Bayburt bi 1 parlementerî dê bên temsîlkirin.
Hejmara parlamenterên ku ji teref bajaran ve hatine hilbijartin
Edene 15, Semsûr 5, Afyonkarahisar 6, Agirî 4, Amasya 3, Enqere 37, Entalya 17, Artvîn 2, Aydin 8, Balikesir 9, Bilecik 2, Çewlig 3, Bitlîs 3, Bolû 3, Burdur 3, Bûrsa 21, Çeneqqele 4, Çanqiri 2, Çorûm 4, Denîzlî 7, Dîyarbekir 12, Edîrne 4, Elezîz 5, Erzincan 2, Erzirom 5, Eskişehir 7, Entab 14, Gîresûn 4, Gumuşhane 2, Colemêrg 3, Hetay 10, Isparta 4, Mêrsîn 13, Stenbol 96, Îzmîr 28, Qers 3, Qestemonû 3, Qeyserî 10, Kirikkale 3, Kirşehir 2, Qocaelî 14, Qonya 15, Kutahya 4, Meletî 6, Manîsa 10, Mereş 8, Mêrdîn 6, Mûxla 8, Mûş 3, Nevşehîr 3, Nîgde 3, Ordu 6, Rize 3, Sakarya 8, Semsûn 9, Sêrt 3, Sînop 2, Sêwas 5, Tekirdax 8, Toqat 5, Trabzon 6, Dêrsim 2, Riha 15, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 3, Zonguldax 5, Aksaray 4, Bayburt 1, Karaman 3, Kirikkale 3, Êlih 5, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 3, Karabuk 3, Kîlîs 2, Osmance 4, Duzce 3.
Enqere wê bibe 3, Bûrsa bibe 2, Stenbol bibe 3, Îzmîr jî bibe 2 herêman.