Mahmud Merdawî, yek ji rayedarên HAMASê ye, di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de weha got, “Em axavtinên serokên ku di Lûtkeya Ereban a Derasayî ya li Qahîreyê de axivîbûn teqdîr dikin. Hemû serokan, bal kişandin ku ew projeyên şênîyan û îlhaqê û planên rejima îşxalker a bi zorê koçkirina gelê me red dikin. Xeyn ji vana diyar kirin ku gelê me xwedî mafê azadî û tayînkirina qedera xwe ye.”
Merdawî dûre weha got, “Em plana ji nû ve lêkirina Xezzeyê ya ku di encamnameya Lûtkeya Ereban de hatibû qebûlkirin bi kêfxweşî qebûl dikin û vêya jî ji bo pêşerojê wek gavekî dibînin.”
Merdawî di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Em ‘Plana Ereban’ a ji nû ve lêkirina Xezzeyê li hember plana Trumpê wek alternatîfeke rastîn e difikirin. Qedera çekên berxwedanê jî ew ê piştî damezrandina dewleta Filistînê bê diyarkirin. Me di warê peymanên netewî yên ku pirsgirêkên gelê Filistînê sivik dikin de sistîyekî mezin nîşan da.”