HAMASê berdewamiya êrişên rejîma sîyonîst ser Sûrîyeyê bi tundî şermezar kir.

Tevgerê cesareta gelên ku li dijî îşxalkeran bi taybet li Deraayê li ber xwe dan nirxand û ev yek weke "nîşandana helwesta gelên azad a li dijî îşxalê" bi nav kir.

HAMASê di daxûyaniya xwe de ragihand ku ev êrişên rejîma sîyonîst di çarçoveya “sîyaseta stemkarî û êrişkariyê” ya dewleta Netanyahu de ye.

Tevgera hanê her wiha bi tundî êrîşên berdewam ên Emrîkayê ser Yemenê şermezar kir û bal kişand ser vê yekê ku ev êrîş mertalek ji bo rejîma sîyonîst e.

HAMASê li dijî îşxalê û êrîşan banga xurtkirina hevgirtina neteweyî, herêmî û Îslamî kir.

Kaynak: İLKHA