Piştgiriya ji kampanyayên alîkarîyê yên ku li alema Îslamê di dema qirkirina ku ji teref rejîma îşxalekr a sîyonîst ve li Xezzeyê hat kirin de hatin destpêkirin dewam dike. Gelê Misilman ku li hemberî qetlîamên li Xezzeyê bêdeng namîne, ji 7 salî heta 70 salî mînaka hessasîyetê nîşan dide.

Xalîtîyeke ku li Rihayê dijî, li hemberî qetlîama Xezzeyê bê deng namîne û ji bo nûnertîya Kerwana Hêvîyê ya Rihayê ya ji bo Xezzeyê bê şandin, gustîrka pêçîya xwe teslîm kir.

Rejîma îşxalker li Libnanê taxekî bomberdûman kir: 7 şehîd 17 birîndar Rejîma îşxalker li Libnanê taxekî bomberdûman kir: 7 şehîd 17 birîndar

Xaltî weha got, "Li dijî bûyerên li Xezzeyê diqewimin divê em çi ji destên xwe tê bikin" û bang li derdora xwe kir ku hestiyar bin û alîkarîyê bikin. Rayedarên weqfê diyar kirin ku ev piştgirî wê hêvîyê bide gelê Xezzeyê û ew ê alîkarîyê bigihînin Xezzeyê û alîkarîyê bidin kesên hewcedar.