Di çarçoveya tehqîqata ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de 41 kesên ku di xwepêşandanên li Saraçhaneya Stenbolê de heqaret li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî kiribûn hatin binçavkirin.

Piştî xwepêşandanên ku ji bo protestokirina tehqîqata bêrêtî û terorê yên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin lidarxistin, hat dîtin ku şikdaran heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine.

Serdozgeriyê ji bo şikbaran bi îddîayên "Heqaret li Serokkomar kirine", "Îxlalkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" û "Li hember memûrê wezîfedar" biryara binçavkirinê da.

41 şikdarên ku di operasyona ekîbên Midûriyeta Ewlehîyê ya Stenbolê da hatin girtin, piştî karên li midûriyeta ewlehîyê sewqî meqamên edlî hatin kirin.

HAMAS: Şertên me agirbesta mayînde, vekişîn, jinûveavakirin û rakirina dorpêçê ye HAMAS: Şertên me agirbesta mayînde, vekişîn, jinûveavakirin û rakirina dorpêçê ye

Kaynak: İLKHA