Di êrîşa ku hat kirin de Libnanîyekî şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn. Li gorî diyarîyên ku ji teref El Cezîreyê ve hatîye kirin, rejima îşxalker bi êrîşeke asîmanî ve li bajaroka Eynataya başûrê Libnanî avanîyekî hedef girt.

Di avahîya ku li Qonyayê hilweşîya de 2 kes mirin, 3 kes hatin xelaskirin Di avahîya ku li Qonyayê hilweşîya de 2 kes mirin, 3 kes hatin xelaskirin

Wezareta Tenduristî ya Libnanê jî di daxuyanîya ku belav kir de, daxuyand ku di encama hedefgirtina malekî de Libnanîyekî şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.

Rejima sîyonîst ji bajaroka Beyt Liyuyê re bi balafirên bêînsan yê hewayê ve êrîşek li dar xist. Van êrîşan jî, di seatên ku çapemenîya îşxalê îfade dikir îşxalkeran ji Libnanê vedikişin de hatîye kirin.

Kaynak: İLKHA