Wezareta Tenduristî ya Filistînê, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku di encama bomberdmana ku li bajaroka Tammunê hat lidarxistin de ji Nexweşxaneya Dewlet a Tubasê re 10 şehîd hatine anîtin.
Wezaret îfade kir ku di êrîşê de Abdullah Mahmoud Muhammad Bani Odeh (22), Muhammad Mithqal Fayez Bani Odeh (36), Îbrahîm Mithqal Fayez Bani Odeh (33), Osama Marouf Dhiyab Bani Odeh (19), Muntaser Ali (25), Abdul Rahman Mahmoud Nimr Khatib (20), Omar Ali Muhammad Bisharat (28), Saleh Khader Youssef Bani Matar (19), Suleyman Ahmed Suleyman Bisharat (22) û Cihad Nasser Youssef Bani Matar (18) şehîd bûne.
Mirovên ku bûyerê dîtine îfade kirin ku ÎHAyên sîyonîstan komeke sîvîl ên ku di hewşa malekî de bûn bomberdman kirîye, 10 kes şehîd bûne.
Hîva Sor a Filistînê, di daxuyanîya ku berê kiribû de daxuyandibû ku di êrîşa li bajaroka Tammunê hatîye lidarxistin de 7 kes şehîd bûne, 4 kes jî giran birîndar bûne.