Berpirsê karûbarên hatinûçûna rê ya Îranê Behrûz Henpûr diyar kir ku otobusa rêwîyan a 24 kesî ku ji bajarê Zahedanê ber bi bajarê Gurganê ve diçû, li ser rêya Sefîdabe-Zahedanê qeza kir.

Hanpur ragihand ku di qezayê de 9 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên xelaskirin û alîkarîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar piştî alîkariya ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman

Hat diyarkirin ku qeza ji ber şert û mercên nebaş ên erazîyê û manora ajokarê tankerê ji nişka ve pêk hatiye.

Kaynak: İLKHA