Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, îfade kir ku bi tevî sewqîyata alîkarîyê ku NY doh û îro plan kiribû ku ji Beyt Lahîya, Bey Xanûn û Cîbalîyeyê re av û xwarinê bibe, di heman demê de hatibû armanckirin ku ji zarokan re destek bê dayîn.

Dujarric, diyar kir ku rejîma sîyonîst 6 mîsyona alîkarîya însanî ya ku ji berê ve hatibû plankirin bikeve nav bakurê Xezzeyê asteng dike.

Weqfa Êtîman, li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne Weqfa Êtîman, li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Dujarric, destnîşan kir ku plana şandina av, xwarin û xizmeta tenduristîyê ya NYyê ji bo vê mehê ji Xezzeyê re an hatîye astengkirin an jî hatîye betalkirin.

Kaynak: İLKHA