Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 222 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 222 kesan

Li bajara Boluyê di şewata ku li otêlekê derket de herî kêm 76 kes canê xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li ser hesaba xwe ya civakî X peyamek sersaxîyê belav kir.

Di peyamê de weha hat gotin: "Şewata trajîk a li otêleke li bajarê Bolu yê Tirkîyeyê ku di encamê de hejmareke zêde ya mirovan canê xwe ji dest dane, gelek xemgîn im. Ez ji malbatên qurbanîyan re sersaxiyê dixwazim û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim."

Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weha got: "Ez ji ber şewata trajîk a li otêleke Bolû ya Tirkîyeyê gelekî xemgîn im. Di vê dema dijwar de ez li cem qurbanîyan, malbatên wan û gelê Tirkîyeyê ne. Em bi we re hevxemîyê ne."

Barzanî di berdewama axaftina xwe de got: "Ez ji ber şewata trajîk a li Tirkiyeyê dilgiran im. Di vê dema dijwar de ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Tirkîyeyê re sersaxiyê dixwazim."

Kaynak: İLKHA