Joseph Ewnê Serokomarê Lubnanê li Qesra Ba’abdayê Ronny Jacksonê Senatorê Emerîkayê û Lîsa Johnsonê Balyozê Beyrûdê yê Emrîkayê qebul kir.
Di hevdîtinê de Ewn diyar kir ku ji bo îstiqrara li ser sînorê Lubnanê pêk were, divê Îsraîl ji 5 girên ku lê bicih bûne vekişe û Lubnaniyên ku di şerê dawî de hatin binçavkirin jî vegerin.
Di 27ê Mijdara 2024an de di navbera Lubnan û rejîma siyonîst de agirbest hat îmzekirin.
Di çarçoveya agirbestê de diviyabû artêşa îşxalker di nava 60 rojan de ji nuqteyên îşxalkirî yên li başûrê Lubnanê vekişiya, artêşa Lubnanê bi îdiaya ku li başûrê welat bi temamî kontrol nekiriye, heya 18ê Sibatê dirêj kir.
Li 11 herêmên ku artêşa dagirker di 19ê Sibatê de vekişiyabûn leşkerên Lubnanê bi cih bûn, îsraîl ragihand ku wê îşxal li 5 nuqteyên li ser xeta sînor bidome.