Rejîma îşxalker a sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de êrişî ser Xezzeyê kir. Di encama êrîşan de bi deh hezaran kes şehîd û birîndar bûn.

Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.

Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 524 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 524 kesan

Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.

Di 24 saetên dawî de bi giştî 3 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan û 9 kes jî birîndar bûn.

Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 222 kes şehîd bûn û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.

Kaynak: İLKHA