Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hemşîreyek ku li Nexweşxaneya Mulago ya li paytext Kampala dixebitî ji ber vîrusa Ebolayê mir, ev mirin jî ji 2023yan vir ve ku şoba Ebolayê dawî bûbû vir ve weqaya ewil a mirinê ye.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku hemşîreyekî mêr ê 32 salî ku ji ber taya zêde dihat dermankirin û di testan de hat tespîtkirin ku bi vîrûsa Ebolayê ketîye û canê xwe ji dest daye.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li Nexweşxaneya Mulagoyê 30 xebatkarên tenduristiyê û nexweş jî di nav de 44 mirovên ku hemşîre têkilîyê wan kirîye hene.
Şoba Ebolayê, ku di Îlona 2022an de li Ugandayê dest pê kir, di 11ê Çileya 2023an de, 42 roj piştî ku bûyera paşîn hate dîtin, bi dawî bû.