Tora Doktorên Sûdanê yê sazîya civaka sivîl ragihandin ku, li wilayeta Nîla Sipî ya li başurê welate di 2 rojên dawî de 1197 weqayên kolerayê hatine taspîtkirin û li wilayetê ji ber şewbê 83 kes mirine.
Hat gotin ku ji ber ku şewb belav dibe rewşa sihetê ya li eyaleta Nîla Sipî her ku diçe xera dibe.
Bang li rayedarên tenduristiyê hat kirin ku gelek navendan vekin, kampanyayên hişyariyê xurt bikin, sûkan dezenfekte bikin û bi rêbazên kevneşopî rê li ber belavkirina ava vexwarinê bigirin.
Rêxistina Doktorên Bêsînor di daxuyanîya belav kirin de gotin ku, “Bi dehan kes mirin û 800î zêdetir kes jî li Nexweşxaneya Perwerdehîyê ya Kostîyê tedawîyê dibînin.”
Li gor daneyên Wezareta Sihetê, li temamê welat 53 hezar û 735 weqayên kolerayê hatine tespîtkirin û ji ber şewbe 1430 kes mirine.