Di daxuyanîya ku ji teref Parastina Sîvîl a Sûrîyeyê ve li ser hesaba medyaya civakî ya Xê hat belavkirin de hat îfadekirin ku li ser rêbeza taxên derve yê bajara Minbicê dema ku wesayîta karkerên çandinîyê di nav de bûn derbas dibû wesayîtekî bombeyî hat teqandin.
Hat destnîşankirin ku di encama teqînê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 15 kes jî birîndar bûn, li gorî agahîyan ji 15 kesên ku canê xwe ji dest dane 14ê wan pîrek in.
Parastina Sîvîl a Sûrîyeyê, diyar kir ku hinek birîndar rewşa wan giran in, dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket.
Kaynak: İLKHA