Li nêzê Bînatliya Êlihê, wesayîtek ji bin kontrola şofêrê derket û li dîrega ceryanê qelibî.

Di encama qezayê de V.A. (50) û M. T. (55) canê xwe ji dest dan.

N.T. (56), T.T. (32), N.T. (5) û M.T. (4) yên ku di nav wesayîtê de bûn jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Kaynak: İLKHA