Naîm Qasim: Helwesta Trump a li ser Filistînê qirkirina siyasî ye Naîm Qasim: Helwesta Trump a li ser Filistînê qirkirina siyasî ye

Meclisa Îdareya Mizgefta Endonezyayê ji bo ku li Xezzeyê 100 mizgeft bên çêkirin çalakî li dar xist. Serokê Encûmenê û cîgirê serokê berê yê Endonezyayê Mohamed Yusuf Kalla got ku proje berîya meha Remezanê wekî hewcedariyeke lezgîn hatîye dîtin.

Kalla got, "Par li Xezzeyê ji ber êrîşên îsraîlê zêdeyî hezar mizgeft hatin xerakirin. Em wek civaka Endonezyayê dixwazin vê rewşê ji dinyayê ra ragihînin û piştgiriyê bidin."

Di merhaleya ewil de dê 10 mizgeftên demkî bên avakirin û piştre hejmara mizgeftên herêmê dê bibe 100. Tê texmînkirin ku Mislimanên li Endonezyayê bi zekat û sedeqa xwe beşdarî projeyê bibin.

Kalla diyar kir ku li Xezzeyê bi rayedaran re koordînasyon hat avakirin û weha got, "Me diyar kir ku dê pêvajoya înşaetê çawa bê kirin û dest bi amadekariyên pêwîst kirin."

Kaynak: İLKHA