Li navçeya Kartalkayaya Bolûyê di Otêla Grand Kartalê de şewat derket, di encama şewatê de 76 kes canê xwe ji dest dan, 51 kes jî birîndar bûn.

Di navbera mirovên ku canê xwe ji dest dane de Dîlara Ermanogluya 24 salî ya Mêrdînî jî hebû.

Bavê Dîlarayê Ferman Ermanoglu ku xebera wefata qîza xwe stand, ji Mêrdînê çû Bolûyê, li ber nexweşxaneya ku otopsî dihatin kirin sekinî. Encax bav Ferman ji vê êş û janê re zêde tehemûl nekir û di demeke kurt de krîz kir.

Bi midexeleya ekîbên tenduristîyê bav Ferman ji nexweşxaneyê re hat rakirin û hat hînbûn ku rewşa wî ne baş e.

Kaynak: İLKHA