Li ser rêya Dîyarbekir û Êlihê di bîreka sondajê ya petrolê de teqîn çêbû.

Piştî teqînê di tesîsê de şewat derket.

Gelek ekîbên îtfaye, tenduristî û cendirme sewqî cîhê bûyerê hatin kirin. Ekîban midexeleyê 8 kesên birîndar kirin.

Hat gotin ku rewşa du kesan giran e.

Piştî teqînê di encama mudaxeleya li şewatê, agir hat vemirandin.

Li gor daxuyanîyên ewilî teqîn ji ber asê mayîna gazê çêbûye.

Di heyama teqînê de ekîbên ku li wê derê bûne vana petrolê girtine û pêşiya xisarên giran bi vî şeklî hatiye asteng kirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

Kaynak: İLKHA