Alîkarê Serokê Qazaxistanê Bozumbayev, daxuyand ku balafirekî aîdê Ezarbaycanê ketîye xwarê û di encamê de 38 kesan canê xwe ji dest dane.

Bozumbayev weha got, “29 kesên ku di nav wan de 2 zarok jî hene li nexweşxaneyê ne. Rewşa 11 kesan jî stabîl in û ciddî ye. Rewşa mirovên dinê jî orte ciddî ne.”

Hat îfadekirin ku ji ber şewitîna cesedan ew ê di tespîtkirina nasnameya wan de prosedurekî cuda bê meşandin.

Li Behra Egeyê di mezinahîya 5,1an de erdhejek pêk hat Li Behra Egeyê di mezinahîya 5,1an de erdhejek pêk hat

Hat ragihandin ku hêj nasnameya birîndarekî nehatîye eşkerekirin û şiûra wî jî girtîye.

Kaynak: İLKHA