Bi tevî beşdarbûna serokê bireveberîya nû yê Sûrîyeyê Ahmed Şara, Wezîrê Karên Derve Esad Hasan Şeybanî û temsîlkarên komên leşkerî yên li welat Konferansa Zeferê hat tertîpkirin.

Ji HAMASê derheqê planên mişextiyê û agirbestê de daxuyanî Ji HAMASê derheqê planên mişextiyê û agirbestê de daxuyanî

Ajansa Nûçeya Sûrîyeyê, daxuyand ku piştî Konferansa Zeferê, Berdevkê Îdareya Operasyonên Leşkerî Albay Hasan Abdulganî encamnameyê xwend.

Abdulganî, diyar kir ku ew Şarayê wek serokkomarê Sûrîyeya dewra demborî îlan kirine û wê Şara di platformên navnetewî de welatê temsîl bike.

Abdulganî destnîşan kir ku ew makeqanûna sala 2012an ji merîyetê rakirine, artêş, yekîneyên ewlehîyê û parlamentoyê ku girêdayê rejima Esedê ne jî fesih kirine.

Kaynak: İLKHA