KURDÎ

Sûdan: Di êrîşên HDKê de 61 kes mirin

Berdevkê Hikûmeta Sûdanê Iaysir ragihand ku di êrîşa HDKê ya li ser Omdurmanê de 61 kesan canê xwe ji dest dane.

Abone Ol

Wezîrê Çand û Ragihandinê û Berdevkê Hikûmetê yê Sûdanê Xalid el-Iaysir di daxuyanîyekê de got, "Em ji ber êrîşa terorîstî ya hovane ya ku îro ji teref milîsên HDKê yên serhildêr ve li ser Bazara Sabrîn a Omdurman pêk hat û bû sedema mirina gelek kesên sivîlên bêguneh ku di nav de zarok, jin û extîyar hene, gelek xemgîn in. Em vê êrîşa xaînî ya terorê bi tundî şermezar dikin."

Îaysir ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan xwest, HDKê weke rêxistineke terorê nas bikin û got, "Divê berpirsyarên vê komkujî û sûcên hovane bên dîtin."

Tora Doxtorên Sûdanê êrîşa HDKê wek, "komkujiyeke nû" bi nav kir û ragihand ku di encama bombebarana bi mebesta topavêjan de 61 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 65 kes jî birîndar bûne.