Kültür & Sanat

Rejima sîyonîst piştî agirbestê 145 Filistînîyan şehîd kir

Rêxistina Şopandina Mafên Însanan a Ewrûpa-Behra Spî (Euro-Med) ku navenda wê Cenevre ye, daxuyand ku li Xezzeyê ji destpêka agirbestê heta niha rejima sîyonîst 145 Filistînîyan şehîd kirîye.

Abone Ol

Li gorî daxuyanîya niviskî ya Euro-Medê, rejima sîyonîst, ji agirbestê vir ve li Xezzeyê dorpêç û birçîhiştinê wek navbeynkarê “hêdî kuştinê” bikartîne û karên xwe yên qirkirinê didomîne. Di vê pêvajoyê de 145 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn; ev jî tê vê maneyê ku di her 48 seatî de 7 kes şehîd bûne.

Hatîye qeydkirin û belgekirin ku rejima îşxalker bi taybetî li bakur û rojhilata Xezzeyê, Filistînîyên ku dixwazin li malên xwe binêrin bi nîşandaran hedef girtîye, bi dronên ji tîpa "Quadcopter" û ÎHAyan jî êrîşan pêk anîtîye.

Euro-Med, ji sazî û welatên eleqedar re banga, “Ji bona ku qirkirina li Xezzeyê bê sekinandin mesulîyetên xwe bicîhbînin û bi acîlî tevbigerin. Ji bona ku rejima îşxalker jî ji dorpêçê vekişînin hemû tedbîran ku di nav de tedbîrên zorê jî hebe bigrin.” Kir.