KURDÎ

Rejîma îşxalker li Libnanê taxekî bomberdûman kir: 7 şehîd 17 birîndar

Wezareta Tenduristî ya Libnanê diyar kir, rejîma îşxalker li taxa Ramla Tîreyê êrîş pêk anît, di encamê de 7 kes şehîd bûn, 17 kes jî birîndar bûn.

Abone Ol

Di daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li taxa Ramlê avahîyekî hedef girtine.

Hat destnîşankirin ku 7 kes şehîd bûne, 17 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Xebera Netewî ya Libnanê, diyar kir ku Yekîneyên Şaredarîya Tîreyê, banga tehdîdê girtine ku artêşa rejîma îşxalker li hinek kolan û taxan xwestine ku cîhan vala bikin.

Ajans, ragihand di vê meseleyê de ji xelkê re bang hat kirin.