KURDÎ

NY: îsraîl asteng dike ku alîkarî biçin bakurê Xezzeyê

Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku rejîma îşxalker a sîyonîst sewqîyatên ku alîkarîyên însanî yên ku berê hatibûn plankirin bikevin nav Xezzeyê asteng dike.

Abone Ol

Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, îfade kir ku bi tevî sewqîyata alîkarîyê ku NY doh û îro plan kiribû ku ji Beyt Lahîya, Bey Xanûn û Cîbalîyeyê re av û xwarinê bibe, di heman demê de hatibû armanckirin ku ji zarokan re destek bê dayîn.

Dujarric, diyar kir ku rejîma sîyonîst 6 mîsyona alîkarîya însanî ya ku ji berê ve hatibû plankirin bikeve nav bakurê Xezzeyê asteng dike.

Dujarric, destnîşan kir ku plana şandina av, xwarin û xizmeta tenduristîyê ya NYyê ji bo vê mehê ji Xezzeyê re an hatîye astengkirin an jî hatîye betalkirin.