KURDÎ

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 5 leşker mirin

Hêzên Ewlehî û Parastina Nîjerê (FSD), daxuyand ku di 19ê Sibatê de li Sakoîraya herêma Tîllaberyê li dijî leşkeran êrîş hat kirin, di encama êrîşê de pênc leşkeran canê xwe ji dest dan.

Abone Ol

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Êrîşdarên ku bi dizî ketin nav sîvîlan, êrîşî FSDê kirin û bûn sedema mirinan.”

Ji teref artêşê ve hat destnîşankirin ku ji êrîşê re bersiv hatîye dayîn lê digel hemû lêgerînên hem ji hewayê û hem jî ji bejahîyê êrîşdar nehatin dîtin, “Muhtemel e ku êrîşdar ketibûn nav sîvîlan.”

Sakoîra herêmekî ku di navbera Nîjer, Malî û Burkîna Fasoyê de ye, di nav demên dawîn de ji teref hêzên çekdar ve ewlehî tê astengkirin. (