KURDÎ

Li Karamanê qezaya trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

Li Karamanê wesayîtek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.

Abone Ol

Qeza, 53. Kîlometre ser rêya Karaman-Ereglîyê pêk hat.

Hat îfadekirin ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û wesayît gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, mirovek jî birîndar bû.

Şofêrê ku birîndar bû ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Karamanê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.