KURDÎ

Komxebata ku HUDA PAR dike didome

Komxebata ku HUDA PAR bi navê “Komxebata Çareserîya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd” bi beşdarîya gelek akademîsyen, zanyar û sîyasetmedaran dike îro jî dewam dike.

Abone Ol

3yemîn û 4emîn danişîna “Komxebata Çareserîya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd” a ku HUDA PARê li Diyarbekirê pêk tîne îro wê di navbeyna seet 10.30 û 15.30 dewam bike.

Di rûniştina 3yemîn a ku ew ê Dr. Sîracettîn Aslan moderatortîyê bike de;

Huseyîn Sudan - Di Îslamê de Di Çarçoveya Ziman û Netewebûnê de Mafên Mirovan

Abdurrahman Kurt -  Nêrîna Dîrokî ya Camîaya Îslamî li ser Meseleya Kurd

Kaya Kartal - Gotûbêja Meseleya Kurd li ser Bingehên Destûrî û Yasayî

Abdussamed Yalçin - Di Çavkanî û Sepanên Îslamê de mijarên Pirzimanî û Pirkultirî wê bên axaftin.

Di rûniştina 4emîn a ku ew ê Av. Muhammed Akar moderatortîyê bike de;

Bekîr Bîçer – Kok û Encamên Meseleyê,

Saît Yuce – Di Rasaleî Nûrê de Meseleya Kurd û Çareserîyên wê

Mufîd Yuksel – Talûkeyên Çareser nekirina Meseleyê

Serkan Ramanli - Em ê  Hev in wê bên axaftin.

Bi xwendina Kurdî û Tirkî encamnameya komxebat wê dawî bibe.