KURDÎ

HAMAS bersiva êrîşên li ser Sûrîye û Yemenê da

Di daxuyaniya ku ji teref Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) ve hat dayîn de, li dijî îşxal û êrîşan banga zêdekirina hevgirtina neteweyî, herêmî û Îslamî hat kirin.

Abone Ol

HAMASê berdewamiya êrişên rejîma sîyonîst ser Sûrîyeyê bi tundî şermezar kir.

Tevgerê cesareta gelên ku li dijî îşxalkeran bi taybet li Deraayê li ber xwe dan nirxand û ev yek weke "nîşandana helwesta gelên azad a li dijî îşxalê" bi nav kir.

HAMASê di daxûyaniya xwe de ragihand ku ev êrişên rejîma sîyonîst di çarçoveya “sîyaseta stemkarî û êrişkariyê” ya dewleta Netanyahu de ye.

Tevgera hanê her wiha bi tundî êrîşên berdewam ên Emrîkayê ser Yemenê şermezar kir û bal kişand ser vê yekê ku ev êrîş mertalek ji bo rejîma sîyonîst e.

HAMASê li dijî îşxalê û êrîşan banga xurtkirina hevgirtina neteweyî, herêmî û Îslamî kir.