KURDÎ

Guterres: Divê ji Xezzeyê 2 hezar û 500 zarok bi acîlî bêne tehlîyekirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Andonîo Guterres, îfade kir ku divê ji Xezzeyê 2 hezar û 500 zarok bi acîlî bêne tehlîyekirin.

Abone Ol

Guterres bi 4 doxtorên Emrîkayî ya ku li Xezzeyê wezîfe kirine re hevdîtinek kir û dûre li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî Xê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de weha got:

“Xebatên 4 Emrîkayîyên ku li Xezzeyê wezîfe kirine min ji dil û can tesîrdar kirîye.

Divê ji Xezzeyê 2 hezar û 500 zarok bi acîlî bêne tehlîyekirin, ji bona ku ji malbat û civakên xwe re vegerin garantî bê dayîn.”