KURDÎ

Erebîstana Siûdî mecbûrîya aşîyê ya ji bo zîyareta umreyê rakir

Şerta aşîya Neisseria ji bo menenjîtê ku berê ji bo kesên ku dixwestin ji bo umreyê biçin Erebîstana Siûdî mecbûrî bû hate rakirin.

Abone Ol

Reveberîya Asîmanîya Sivîla Erebîstana Siûdî, bi giştînameyeke nû hewcedariyên aşîkirinê yê hatine nûkirin ragihand.

Beriya guhertinê, Wezareta Sihhetê ya Erebistana Siûdî ji hemû heciyên Umreyê bêyî ku cureyê vîzeya wan hebe xwestibû ku li dijî menejîtê bên aşîkirin. Diviyabû ku aşîkirin di navbera 10 roj û sê sal beriya hatinê de were kirin.