KURDÎ

Emrîkaya îşxalker, li hember alîgirên Filistînê hêzeke wezîfeya nû saz dike

Wezarete Edaleta Emrîkayê, daxuyand ku di bin navê micadeleya bi alîgirên Filistîn û antîsemîtîzmê de hêzekî wezîfeyê saz dikin.

Abone Ol

Wezarete Edaleta Emrîkayê, diyar kir ku armanca vê hêza ku ew ê ji çend sazîyan pêk were, rakirina antîsemîtîzma li dibistan û zanîngehan e.

Bi tevî Wezarete Edaleta Emrîkayê, Wezareta Perwerdehî, Wezareta Tenduristî û temsîlkarên sazîyan a Emrîkayê jî wê cîh bigrin.

Hikûmeta Emrîkayê di mehên dawîn de ji bona ku xwepêşandanên xwendekarên alîgirên Filistînê asteng bike navê antîsemîtîzmê bikartîne û ji mirovên ku li hember qirkirina li Filistînê bertek nîşan didin re jî midexeleyên dijwar dikin.