KURDÎ

Di êrîşên li Sûrîyeyê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan

Sîyonîstên îşxalker êrîşî bajara Deraya Sûrîyeyê kirin, di encama êrîşê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Abone Ol

Sîyonîstên îşxalker, êrîşên xwe yên li Sûrîyeyê didomîne. Li gorî xebera SANAyê, sîyonîstên îşxalker Bendava El Cebalîyeya Derayê hedef girtin. Di êrîşê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Rejima sîyonîst bi tenê qîma xwe bi êrîşên li Derayê neanît. Balafirgeha Hama û derdorê wî, Balafirgeha Leşkerî ya T4 a girêdayê Humusê û binesazîyên leşkerî yên li Şamê jî hatin hedefgirtin. Di heman demê de rojavaya Derayê jî bi topavêtan hatin hedefgirtin.