KURDÎ

Cizîr ji ber germahîyê dikele

Li gelek bajarên Tirkîyeyê hewa îsal gellekî germ e. Cizîra Şirnexê jî ji ber germahiyê êdî dikele. Li Cizîra Şirnexê germahî 49 derece ye. Dikandar êdî dikanên xwe digrin. Kolan û cedde tev vala ne.

Abone Ol

Li temamî Tirkîyeyê hewa gellekî germ e û ev germahî dewam dike.

Li navçeya Cizîra Şirnexê hewa pirtir germ e û rojên herî germ hêj berdewam dike.

Li navçeya Cizîrê di saetên serê sibehê de roj rûyê xwe yê germ nîşan dide û tu kes nikare derbikeve derve.

Di saetên nîvroyê de jî kolan û cedde bi temamî vala dibin ji ber germahiyê.

Dikandaran li ser dikanên xwe nivîsandin ku ji ber germahiya zêde em girtîne.

Ji ber germahiya zêde xelkê Cizîrê, der û dora xaniyê xwe bi taybetî li ber derîyên xwe bi xortiman şil dikin da ku hênik be. Zarok jî bi avê dileyîzin û bi vî şeklî hewla xelasbûna ji germahiya zêde didin

Xebatkarên ku mecbûr in di germahiya zêde de bixebitin gellekî zêde zehmetiyan dikşînin.

Dikandarên Cizîrê îfade kirin ku hewa gellekî germ e û ji ber germahiyê em nikarin derkevin derve.

Li Diyarbekirê jî termometre 49 dereceyan nîşan da.

Xebatkarên ku di bin germahiya zêde de mecbûr in ku bixebitin rojên bi zor û zehmet dikşînin.

Karkerên ku di înşaatan de dixebitin, gelek saetan di bin germahiya tavê de xebatên xwe dewam dikin.

Gelek malzemeyên hesinî û beton di bin germahiya zêde de germ dibin û bi xeter û tehlûke dibin. Ji bo xebatkaran jî îmkana sîyê gellekî hindik û sînordar e.