Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini diyar kir ku ajans bi biryar e ku li Xezze û Şerîeya Rojavayê xebatên xwe bidomîne piştî ku qedexeya rejîma îşxalker a li ser operasyonên wê di 30ê Çileyê de kete merîyetê.

Lazzarini ji rojnamevanan re got ku girtina UNRWA dê alîkariyên mirovî yên navneteweyî yên li Xezzeyê "bi giranî qels bike".

Lazzarini der barê sedema vê yekê de diyar kir ku UNRWA tekane sazî ye ku dikare xizmetên bingehîn ên tenduristiyê û perwerdehîyê li Xezzeyê bide û piştî ku agirbest bikeve meriyetê dê bi lezgînî hewcedariya van xizmetguzariyan hebe.

Rejîma îşxalekr îddia dike ku Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) û komên din ên çekdar ên li Xezzeyê ketine UNRWAyê, tesîsên wê bi kar anîne û alîkarî bi dest xistine. Lê belê der barê van îddîayan de ti delîl ji teref îşxalkeran ve nehatîye dayîn û ev îddîa ji teref komên berxwedanê yên Filistînê ve bi tundî tên redkirin.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 222 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 222 kesan

Hemû Filistîniyên li Xezzeyê, ku niha hejmara wan bi qasî 2 milyon kes in, ji bo xizmetên tenduristiyê yên bingehîn bi UNRWA ve girêdayî ne. Her wiha li Xezzeyê 650 hezar zarok ji bo perwerdehiyê xwe dispêrin UNRWA. 

Kaynak: İLKHA