Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku, rejima îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê avêtîye ser malan.
Leşkerên qaşo yên rejima sîyonîst êrîşî bajarên Ramallah, Tubas û Tulkerîma Şerîaya Rojavayê kirin, di encamê de herî kêm 15 Filistînîyan desteser kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku sîyonîstan li hember gelê Filistînê operasyonên heyfstandinê daye destpêkirin, ji 7ê Cotmehê vir ve jî êrîşdarîya xwe zêde kirîye.
Îşxalkeran, piştî peymana agirbest û pevguhertina êsîran a ku di 19ê Çileyê de hat îmzekirin li Şerîaya Rojavayê êrîşên xwe zêde kir.
Ji 21ê Çileyê vir ve li Kampa Cenîn û bajara Cenînê 25 Filistînîyan şehîd kir.