Qeza, li rêbeja Bêrecûk-Entabê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyona ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li ser pira Bêrecûkê li 3 wesayîtan xist û dûre wesayîtekî da ber xwe û bi xwe re kaş kir, bi tevî wê wesayîtê li ser pirê ket ser Ceddeya 10ê Tîrmehê.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 271 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 271 kesan

Walîtîya Rihayê, derheqê qezayê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Ji qezaya ku em pê gelek xemgîn bûn re ji teref ekîbên me yên trafîk, tenduristî û îtfaîyeyê ve bi lez û bez midexele hatîye kirin. Ji welatîyên xwe yên ku di vê qezaya jandar de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji xizmên wan re sersaxîyê û ji bo birîndarên me jî şîfa xêrê dixwazim.”

Kaynak: İLKHA