Ukrayna, li xeta borîya petrolê ya navneteweyî ya Rusyayê xist Ukrayna, li xeta borîya petrolê ya navneteweyî ya Rusyayê xist

Mesud Pezeşkîyan, di hevdîtina ku bi Serokê Meclîsa Iraê Mahmud el-Meşhedanî û lijneya bi wî re li dar xist de, bal kişand ku qewetkirina yekîtî, piştgirî û hevkarîya di nav welatên Îslamê de ji bo cîhana me ya îro hecderîyekî gelek muhîm e.

Pezeşkîyan weha got, “Heger welatên Îslamê, xeyn ji xebatên xwe yên pêşvebirina aborî, şert û mercên debar û ewlehîya gelê xwe di armanca hedefên hevpar de tevbigerin  û ji cudabûnîyê xwe dûr bikin, ew ê tu dem plan û komployên xerab ên dijmin serfiraz nebin.”

Pezeşkîyan diyar kir ku hemahengî û hevkarîyên berdewam di warên bazirganî û aborî, zanistî û teknolojiyê û hevkariyên sînorî de zemîneke guncaw ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera welatên Îslamî û pêkanîna yekitî û hevgirtina zêdetir di cîhana îslamê de çêdike.  

Pezeşkîyan di berdewama axaftina xwe de balkişand ser geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê û got: “Helwesta Îranê li hember Sûrîyê avakirina hikûmeteke berfireh bi beşdariya hemû gelan, parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, nehiştina parçebûn û aloziyê û têkbirina planên dijmin ên bi armanca têkbirinê ye.” Wî ev yek bi kurtî wiha anî ziman û diyar kir ku Îran di vî warî de bi welatên din ên Îslamî re hevkarîyê dike.  

Serok Pezeşkîyan spasîya hikûmeta Iraqê kir ku bi awayekî bihêz û bibiryar ji gelê mezlûm ê Xezzeyê re piştgirî kiriye.

Kaynak: İLKHA