Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev.

Di civînê de bi beşdariyeke xurt welatiyan hêvî û daxwazên xwe yên li ser mijarên cuda anîn ziman.

Dînç yek bi yek pirsgirêkên welatiyan nirxand û diyar kir ku ji bo çareseriyê ew ê teşebûsên hewce bikin.

Ukrayna, li xeta borîya petrolê ya navneteweyî ya Rusyayê xist Ukrayna, li xeta borîya petrolê ya navneteweyî ya Rusyayê xist

Dînç destnîşan kir ku HUDA PAR li cem gel e û weha got: “Em ê bibin dengê miletê xwe. Em ê her pirsgirêkek ku ji me re hatî şandin bi baldarî binirxînin û ji rayedarên têkildar re bişînin,"

Di dawiya civînê de welatiyan spasiyên xwe pêşkêşî Dînç kirin ku li wan gohdarî kiriye û bi pirsgirêkên wan re mijûl bûye.

Kaynak: İLKHA