Hejmara kuştiyên pevçûnên di navbera koma M23 ya ku Ruandayê piştgiriya wê dike û artêşê li Gomaya Komara Demokratîk a Kongoyê ku welatekî Efrîqaya Navîn e, zêde dibe.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres Stephane Dujarric got ku di pevçûnên ku ji roja Yekşemê vir va li Gomayê dewam dikin de herî kêm 700 kes mirin û 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûn û  dibe ku hejmara mirîyan hîn zêdetir bibe. 

Hêzên M23 niha ber bi Bukavuya paytexta herêma Kîvûya Başûr ve bi pêş ve diçin.

Artêşa Komara Demokratîk a Kongoyê ji bo pêşî li pêşketina M23 bigire li ser rêya Goma û Bukavuyê xeteke parastinê ava kir.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 271 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 271 kesan

Hêzên M23 ragihand ku ew ê heta ku bigihêjin paytext Kinshasa ku bi qasî 2600 kîlometreyan li rojava ye êrîşên xwe bidomînin.

Kaynak: İLKHA